صوت بنات كردستان
أهلا وسهلا بك زائرنا الكريم, أنت لم تقم بتسجيل الدخول بعد! يشرفنا أن تقوم بالدخول أو التسجيل إذا رغبت بالمشاركة في المنتدى
صوت بنات كردستان
أهلا وسهلا بك زائرنا الكريم, أنت لم تقم بتسجيل الدخول بعد! يشرفنا أن تقوم بالدخول أو التسجيل إذا رغبت بالمشاركة في المنتدى
صوت بنات كردستان
هل تريد التفاعل مع هذه المساهمة؟ كل ما عليك هو إنشاء حساب جديد ببضع خطوات أو تسجيل الدخول للمتابعة.

صوت بنات كردستان

متخصص بالجيل الشاب من بنات كوردستان من فكر وثقافة وفنون وعلوم انثوية
 
المجلةالمجلة  الرئيسيةالرئيسية  أحدث الصورأحدث الصور  التسجيلالتسجيل  دخولدخول  
مرحبا بكم اعضاء وزوار منتدى صوت بنات كوردستان ... نتمنى ان تستمعوا معنا وتقضوا اطيب الاوقات ... يمكنكم التسجيل وذلك بالضغط على زر تسجيل للمشاركة بالمنتدى او يمكنكم تشريفنا بزيارتكم لنا وتصفح القسم الذي تفضلونه ... ميوان وه ئه ندامانى ده نكى كجانى كوردستان ... به خير هاتنتان دكه كين ... هيوادارين كاتيكى شاد ببنه سه ... ئه ندامانى ده نكى كجانى كوردستان سلاو وه ريز ئيستا ده توانن به ئه زمانى كوردي وه عه ره بي بنويسن ... ر ...

 

  Hunermendê ciwan Teyar

اذهب الى الأسفل 
كاتب الموضوعرسالة
dost
إدارة
dost


عدد المساهمات : 499
تاريخ التسجيل : 29/08/2010
العمر : 44

 Hunermendê ciwan Teyar Empty
مُساهمةموضوع: Hunermendê ciwan Teyar    Hunermendê ciwan Teyar Empty2010-09-05, 15:44





 Hunermendê ciwan Teyar Teyar_s3
Hunermendê ciwan Teyar: Dixwazim muzîka herêmê bi zimanê kurdî pêşkêş kim


Hunermend Teyar kî ye?
Teyar him navê min î ku ez pê tême naskirin, e, û him jî navê min î hunerî ye. Ez di sala 1979ê de li gundê Dadalî li herêma Kobanî ji dayik bûm. Min xwendina xwe ya serete li Kobanî qedand û piştre hatim çûm bajarê Helebê û ta ana ez li wir dijim. Di sala 2004ê de, min lîsansa wêjeya erebî de stend.
Jiyana min a hunerî di 12-saliya min de bi stranên hunermendên kurd ên navdar di wê demê de, wek Mihemed Şêxo, Mihemed Teyb Tahir û yên din dest pê kir.
Li bajarê Helebê min bêtir kanibû bi kûranî di mûzîkê de biçim û min gelek awayên muzîkê nas kirin. Niha jî ez di Komîteya Rewşenbîrên Serbixwe de berpirsyarê karê hunerî me û min dest bi xwendina muzîkê ya akademî kiriye.

Di muzîka Rojhilata Navîn de tu fêrî çi rengên muzîkê bûyî û xwe bêtir di kîjan rengî de dibînî?
Ez dikarim bibêjim ku min di jiyana xwe ya hunerî de gelek rengên muzîkê nas kirine û ez fêrî wan bûme, ji erebî, kurdî, tirkî û bi taybet farisî, ya ku min bêtir xwe tê de dît û xama dengê min nêziktirî wê ye.

Yanî em kanin bêjin stîla muzîka te farsî ye?
Berî ku stîla muzîka xwe bidim nasîn, ez dibêjim muzîka min ew zimanê canê min e yan jî ew neynika hastên min e, ji ber ku hest ew zanyarê herî mezin ji hunerê re ye, lewra hastên min min dajon ser stîla ku ez pê awazên xwe datînim. Lê tevî vî gîşkî, ez dibînim ku awazên min bi ser arabêsk de diçin.

Ka em hinekî li ser berhemên te biaxifin. Min bihîstî ku te bi xwe awazd dane piraniya stranên xwe?
Belê. Ji berê de min dixwest ez wergerevanê hestê xwe bim di stranên xwe de û min kanî di jiyana xwe ya hunerî ya kin de gelek awazan çêbikim, hinek ji wan bûn berhemên kasêta min a yekemîn ”Hey Jînê” û ana ez gelekên din amade dikin ji kasêteke nû re.

Em hinekî li ser jiyana te ya rojane deng kin..
Tu zanî ku ev welat bûye welatê mişk û maran û jiyana rojane jî wekî bablîsokê ye û di vê rewşê de muzîk daxwazên me yên aborî pêk naynin .... Ji ber vê yekê ez bi hewceyî karekî bûm. Ez mamosteyê toreya erebî me, lê ew jî ne li gor kêfa dilê min e, lê çi bikim?

Niha te ji kasêta xwe ya duyem re çi amade dikiye?
Min geleg stranên nû amade kirine û awazê van strana bi tevahî yên min in... Niha ez li ser awaza strana ”tu çûyî” de dixebitim û ez tomara wê ya ku hîn belav nebûye, diyarî Malpera Amûde dikim.

Hunermend Teyar tu kîjan amurên (alet) muzîkê bi kar tînî?
Bi xwe ez destpoşê tembûr, bilûr û udê me, lê ez xwe bêtir di aleta ûdê de dibînim, ji ber ku ew ya tevî bilayantir e di nav aletên herêmê de li gor nêrîna min û ew kane hestên min wergerînê di muzîkê de bi rengekî fereh.

Di mûzîka xwe de tu kîjan hunermendî ji xwe re wek rêber dibînî?
Ez bi xwe dibînim ku folklor û kevnetora me ya muzîkê pirr zengîn e û hêja ye ku ji xwe re bibînim wek rêberê yekemîn, lê dîsa kanim bêjim ku ez bi muzîka hunermendê mezin Feqiyê Teyra (Nîzamedîn Ariç) esirîme û wek ku min di destpêkê de got, ez xwe bêtir di mûzîka farisî de dibînim, wek a Mihemed Rîda Şeceryan û Şehramê Nazirî.

Te got ku folklorê me zengîn e. Li gel vê yekê, ta kîjan radeyê hunermendên kurd ên ciwan muzîka kurdî diguherînin û mohra xwe lê dixin?
Nasnameya muzîka her miletî di folklorê wî de ye, lê mejî hindik ji folklorê xwe sax kiriye, tevî vê li vir (Kurdistana Suriyê) hunermendine hene kanîbûn pareke mezin ji folklorê me sax bikin û mohra xwe li ser bixin, wek Miço Kendeş, Ehmedê Çep û apê me Baqiyê Xido, û ji nav ciwanan jî hunermend Hisên Seyda û Şad. Van herdu hunermendan du kasêt derxistin, ji wan gelek stran vejîn bûn ji folklor.

Di vî warî de çi astengî di riya we de hene û dibin kelem li pêşiya we?
Ez bi kurtî astengiyan ji te re bijimêrim:
Astenga herî mezin ew e ku tu saziyên fermî hunera kurdî hembêz nakin. Tevlî hebûna hin televizyon û radyoyên kurdî jî, lê piraniya xebata me dimîne di tariyê de û herêma hunermendî derbas nake.
Kêmbûna hejmara hunermendên akadîmî bûye qelsiyek mezin di muzîka kurdî ya nûjen de. Ji alîkî din ve, guhdar bûne bindestê muzîka satalaytên erebî û klîpên wan ên pûç. Û ya dawî, rewşa aborî ya li paş.

Li gorî vê rewşê, hêviya te ya yekemîn çi ye?
Hêviya min ew e ku ez muzîkeke nuh li dervey sînoran derxim û ew bibe dergûşek, laşê wî ji hemû hunera herêmê be, lê zimanê wî kurdî be.


- Malpera hunermend Teyar:
www.teyar.netfirms.com


 Hunermendê ciwan Teyar 7b9f06ecak6.th



الرجوع الى أعلى الصفحة اذهب الى الأسفل
 
Hunermendê ciwan Teyar
الرجوع الى أعلى الصفحة 
صفحة 1 من اصل 1
 مواضيع مماثلة
-
»  لقاء مع الفنان تيار ( Teyar )

صلاحيات هذا المنتدى:لاتستطيع الرد على المواضيع في هذا المنتدى
صوت بنات كردستان :: القسم الثقافي :: عالم الفن والسينما :: أخبار الفن والفنانين الكورد-
انتقل الى: